English | عربی | کوردی  
 
 
2016-08-27 [10:10 AM]

Hewler (ZNA) -


Parlamentoya Iraqê dixwaze bi pesendkirina yasayekî hemû deriyên sînor û firokexaneyên li Herêma Kurdistanê bi rêveberiya Bexdayê ve girêbide.

 

Endama Komîsyona Aborî û Hilberînê ya Parlamentoya Iraqê Necîbe Necîb ji ZNA ragihand, projeyasayek hatiye amadekirin ku tê de pêşniyaza avakirina “Desteya Deriyên Sînor” heye.

 

Necîb diyar kir ku eger ev deste bê avakirin dê ji bo Herêma Kurdistanê xeter be û got:

 

“Li gorî vê projeyê dê rêveberiya hemû deriyên sînor û firokexaneyan bikeve bin kontrola vê desteyê. Ti desthilatek Herêma Kurdistanê li ser van deriyan namîne. Heta hikûmeta Kurdistanê nikare karmendekê van deran jî diyar bike.”

 

Parlamentera Kurd daxuyand ku avakirina vê desteyê li dijî destûr û yasayan e û ew vê yekê red dikin.

 

Li gorî bernameya kar a Parlamentoya Iraqê biryare projeyasaya Desteya Deriyên Sînor di rûniştina îro de bê gotûbêjkirin.





3310 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad