English | عربی | کوردی  
 
 
2016-08-24 [01:54 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî aşkere kir, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jê re gotiye, çavê Kurdan li ser kontrolkirina Mûsilê nîne.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di konfranseke rojnamevanî de li bajarê Bexdayî behsa operasyona kontrolkirina Mûsilê kir.

 

Heyder Ebadî ragihand, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jê re gotiye, ku niyeta Kurdan dest bi ser de girtina Mûsilê nîne.

 

Ebadî wiha got: “Barzanî ji min re ragihand, ku çavê Kurdan li ser dest bi ser de girtina Mûsilê nîne.”

 

Di vê konfransa rojnamevanî de Ebadî daxwaz ji pêkhateyên parêzgeha Mûsilê kir, ku bi Herêma Kurdistanê re li ser birêvebirina Mûsilê piştî qonaxa DAIŞê li hev bikin.

 

Ebadî da xuyakirin:

 

“Em weke hikûmetê serderiyê li gel hemû pêkhateyên Mûsilê dikin. Em daxwaz ji wan jî dikin ku hevkar bin bo dîtina rêyekê li gel Hikûmeta Kurdî, bi mebesta rêvebirina Mûsil a piştî rizgarkirina ji destê DAIŞê.”

 

Serokwezîrê Iraqê amaje bi hebûna hêzên Tirkiyê li navçeya Başîk a Mûsilê jî kir û destnîşan kir: “Hêza Tirkiyê bêyî daxwaza Hikûmeta Iraqê li ser axa Iraqê ne. Ji ber wê yekê jî em careke din daxwaza derketina wan hêzan dikin.”

 

Heyder Ebadî tekez jî kir, ku Hikûmeta Iraqê çend caran daxwaz ji welatên erebî û cîhanî kiriye ku guvaşan bixin ser Hikûmeta Tirkiyê, da ku hêzên xwe ji axa Iraqê paşve vekişîne.

 

Ebadî wiha berdewam kir: “Em careke din tekez dikin ku Tirkiyê serweriya Iraqê binpê kiriye.”

 

Ebadî behsa rûbirûbûna gendeliyê jî kir û da zanîn, ku civaka navdewletî di mijara rûbirûbûna gendeliyê de hevkariya Iraqê dike.





3307 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad