English | عربی | کوردی  
 
 
2016-08-14 [10:42 AM]

Healer (ZNA)


Komîsyona lêkolîna bûyera agirê Nexweşxaneya Yermûkê ku 24 zarokên sebî têde şewitîbûn ragihand ku agir ne ji ber sedema arîşeya eletrîkê ye.

 

Roja 10ê Tebaxê danê sibehî Beşa Jinan a Nexweşxaneya Yermûk li bajarê Bexdayê agir girt û di encamê de 24 zarokên sebî jiyana xwe ji dest dan.

 

Wezareta Tendurustî ya Iraqê ragihandibû ku agir ji ber arîşeyek elektrîkê derketiye, berbûye rawera zarokan û paşî kepsola oksîjenê teqiye.

 

Komîsyona Lêkolînê ku ji 8 pisporan pêkhatibûn,  piştî lêkolînan bi raporekê diyar kirin ku di avahiyê de ti arîşeyek elektrîkê peyda nebûye.

 

Di raporê de tê gotin ku li cihê agir jî şopên madeyên petrolê û benzînê hatine dîtin, lewma jî agir bi zanebûn destpêkiriye.

 

Nexweşxaneya Yermûk ji destpêka avabûna wê ve di sala 1964an de yek ji nexweşxaneyên navdar ên Bexdayê bûye, lê belê niha asta pêşkêşkirina xizmetguzariyên wê nexweşxaneyê gelek xirab in û tenê di heyama îsal de 3 caran agir berbûye avahiya nexweşxaneyê.

 





3343 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad