English | عربی | کوردی  
 
 
2016-08-10 [11:20 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berdevkê Heşda Şeibî Kerîm Nûrî bersiv da daxuyaniyên Endamê Polîtbûroya YNKê Mehmûd Sengawî û got ku Heşda Şeibî û Şîe ji bo Kurdan nabin metirsî.

 

Endamê Polîtbûroya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mehmûd Sengawî duh li Helebçê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku piştî nemana DAIŞê, Şîe plan dikin ku êrîşê Kurdan bikin.

 

Berdevkê Heşda Şeibî Kerîm Nûrî di bersiva goinên Mehmûd Sengawî de got, “Ew gotin hemû xeyal in û ti bingehek wan nîne. Şîe ji bo Kurdan nabin metirsî û Heşda Şeebî jî tenê şerê DAIŞê û komên terorîst dike.”

 

Nûrî diyar kir ku ew naxwaze bersiva Sengawî bide lê pêwîst dibîne gelê Kurd agahdar bike ku Heşdî Şeebî parêzerê serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê ye.

 

Pêstir Endamê Polîtbûroya YNKê Mehmûd Sengawî di axavtina xwe ya li Helebçeyê de gotibû, “Baweriya ti aliyekê bi azadiya gelê me nayê. Ew Şîeyên li ber dilê me şêrîn bûn, niha bernameyan çêdikin da ku piştî nemana DAIŞê, êrîşê me bikin.”

 

Sengawî weke mînak jî gotinên fermandarek milîsê Şîe yê grupa Xorasan anîbû ziman û diyar kiribû ku wî efserî li Celewla (Gûlale) gotiye; şanazî dikim ku piştî nemana DAIŞê li dijî Kurdan şer bikim.

 





3265 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad