English | عربی | کوردی  
 
 
2016-08-10 [11:24 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li Bexdayê agir girte beşa jinan a Nexweşxaneya Yermûkê û di encamê de 24 zarokên sava jiyana xwe jidest dan.

 

Wezareta Tendirustî ya Iraqê ragihand ku li beşa jinan a Nexweşxaneya Yermûkê agir girtiye aliyê zarokan û paşî kepsola oksîjenê teqiye.

 

Di daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê de hatiye gotin ku hêzên berevaniya şaristanî, agirvemirandinê û hêzên ewlekariyê gihiştine cihê bûyerê û agir kontrol kirine.

 

Li gor daxuyaniyê agir di beşa jinan de derketiye û ji wir gehiştiye cihê zarokan. 

 

Çavkaniyên ewlekariyê diyar dikin ku dibe agir ji ber elektirîkê derketibe.

 

Welatiyên li ber avahiya nexweşxaneyê jî gotin, ji ber bêxemiyê, rêveberiya naxweşxaneyê berpirs girtin. 





4102 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad