Hewlêr (ZNA) - Wezîrê Parastina Iraqê serdana Fermandeyiya Operasyona Kontrolkirina Mûsilê li navçeya Mexmûrê kir û ragihand, Artêşa Iraqê û Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de alîkarê hev in û hevrêziyek bihêz di navbera Bexda û Hewlêrê de heye.
Wezîrê Parastina Iraqê Xalid Ubêydî roja duşemî serdana hêzên Artêşa Iraqê yên li navçeya Mexmûrê kir.
Xalid Ubêydî piştre di konfranseke rojnamevanî de ragihand: “Artêşa Iraqê û hêzên ewlehiyên din bi tevahî hewlên xwe zêde kirine û li dijî DAIŞê pêş ve diçin. Di van demên nêzîk de jî em dê deverên sin ên ser bi Enbarê ve her weke Xalidiye û cihên din kontrol bikin.”
Ubêydî derbarê pêwendiyên navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê de jî got: “Me hevrêziyek bihêz li gel Herêma Kurdistanê heye û hêzên Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de hevkarê hev in.”
Ubêydî tekez jî kir: “Pirçekkirina yekîneyên leşkerî yên Iraqê berdewam e, da ku bikarin ber bi pêş ve biçin û serkevtinên mezin bi dest bixin.”
Wezîrê Parastina Iraqê amaje bi pêşketinên hêzên iraqî di heyamên borî de kir û da xuyakirin: “Me 16 gund li sînorê başûrê Mûsilê kontrol kirine. Niha jî em hatine serdana Fermandeyiya Operasyona Kontrolkirina Neynewayê bikin û pêwîstiyan ji wan re dabîn bikin. Herwiha ji bo ku nexşeyeke nû bo taktîka şer danin.”
Derbarê operasyona kontrolkirina Mûsilê de û beşdariya hêzan di wê operasyonên de jî, Xalid Ubêydî destnîşan kir: “Beşdarîkirina her hêzekê di operasyona kontrolkirina Neynewayê (Mûsilê) de pêwîst e di çarçoveya destûra Iraqê de be. Divê hêzên beşdar hevrêziyek baş di navbera wan de hebe û pêwîst e ew hêzane rahênan û perwerdeya leşkerî dîtibin, da ku bikarin beşdarî di şerê Mûsilê de bikin û prose bi başî birêve biçe.”
Ubêydî li ser beşdarbûna Hêzên Pêşmerge di operasyonên de jî axivî û got: “Pêşmerge û tevahiya hêzên ewlehiyê bi razîbûna Fermandeyiya Giştî ya Hêzên Çekdar beşdarî di kontrolkirina Neynewayê de dikin.”
Ubêydî behsa amadekariyên şer kir û da xuyakirin: “Li hemû eniyan karûbar bi başî birêve diçin û amadkariyên bo kontrolkirina Mûsilê jî berdewam in.”
3319 car hatiye dîtin |