English | عربی | کوردی  
 
 
2016-08-08 [01:33 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezareta Berevanî ya Iraqê ragihand ku sêyemîn karvanê firokeyên şer ên cure F16 ku ji Amerîkayê hatibûn kirîn, gehiştine destê wan.

 

Berdevkê Wezareta Berevanî Nesîr Nûrî di daxuyaniyekê rojnamevanî de ragihand ku 4 firokeyên F16 radestê Hêzên Esmanî yê Iraqê hatiye kirin.

 

Nûrî got ku radestkirina van firokeyan hevdeme li gel nêzîkbûna operasyona Mûsilê û dê di şer de rolek berçav bigre û alîkariyek mezin bide hêzên bejayî.

 

Berdevkê Wezareta Berevanî herwiha daxuyand ku dê ev firoke ji roja duşemê ve (08-08-2016) beşdarê operasyonên hewayî yên bombebarankirina çeperên DAIŞê bikin.

 

Di sala 2011ê de hikûmeta Iraqê bi armanca nûjenkirina hêzên esmanî, ji bo kirîna 36 firokeyên F16 li gel Amerîkayê girêbest îmze kiribû.

 

Her yek ji van firokeyên F16 100 milyon dolaran e. 

 

Heta niha 2 karvanên firokeyan ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine wergirtin. 





3262 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad