Hewlêr (ZNA) - DAIŞê hemû tapo û belgenameyên erd, mal û mulkên xelkê yên li Mûsilê şewitandin.
Li gorî zanyariyan, rêxistina DAIŞê tapo û belgenameyên nû bo mulk û malên sînorê desthilatdariya xwe çêkiriye.
Piştî çêkirina wan tapo û belgenameyan, DAIŞê hemû tapo û belgenameyên erdê, xanî û mulk û malên xelkê yên li bajarê Mûsilê şewitandin.
Berpirsê Ragihandina Liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Seîd Memozînî di daxuyaniyekê de ragihand, rêxistina DAIŞê li bajarê Mûsilê bi darê zorê hemû tapo û belgenameyên mulk û malên xelkê yên serdema Hikûmeta Iraqê kom kir û ji wan stand û piştre ew hemû belge şewitandin.
Seîd Memozînî got, DAIŞê li cihê belgenameyên pêştir ên Hikûmeta Iraqê, tapo û belgenameyên nû ku nîşana Dewleta Îslamî (DAIŞ) pê ve ye, daye xelkê Mûsilê.
Memozînî da xuyakirin, ku ev karê DAIŞê gelek metirsîdar e û piştî kontrola Mûsilê dê bibe sedema derketina arîşe û aloziyan.
Wî berpirsê PDKê herwiha destnîşan kir: “Ev karê DAIŞê xeterek mezintir li ser deverên Kurdistanî û cihên Kurdnişîn ên sînorê vê aprêzgehê çêdike, çimku her malbateke Kurd ji sînorê bin destê DAIŞê reviyabe, malbateke ereb li cihê wan û li ser mulkên wan hatiye danîn.”
3337 car hatiye dîtin |