English | عربی | کوردی  
 
 
2016-08-06 [10:13 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Îro 6ê Tebaxê li bajarê Rio de Janeiro yê Brazîlê 31mîn gera Olympîkê di saet 02:00 de bi fermî dest pê kir.

 

Olympîka Rio de Janeiro xûla yariyên Olympîka Havînê ye û tîmên werzişî yên 206 welatên cîhanê tê de beşdar bûne.

 

Li seranserî cîhanê 12 hezar û 500 werzişkar tevlî Olympîka Rio de Janeiro kirine.

 

Gera vê carê ya Olympîkê ku li Brazîlê birêve diçe, ji 6ê Tebaxê heta 21ê Tebaxê berdewam dibe û werzişkarên ji 206 welatên cîhanê di 28 warên werzişî de rikeberiyê bo birina medalên Zêr, Zîv û Boronz dikin.

 

Herwiha di olympîka îsal de bo yekemîn car werzişakrên du welatên nû yên cîhanî, Kosovo û Başûrê Sûdanê beşdar dibin.

 

Birêveçûna yariyên Olympîkê li Brazîlê di demekê de ye, ku ew welat ratsî komek ji arîşeyên wek kirîza darayî, pîsbûna jîngeh û belavbûna nexweşiya Zîka hatiye.

 

Ji ber belavbûna nexweşiya xeternak a Zîka, tirs li cem tîmên werzişî û werzişkaran çêbûye.

 

Herwiha Olympîka Rio de Janeiro di demekê de birêve diçe, ku cîhan di warê ewlehî û tenahiyê de, di rewşek xirab de ye û egera gefan li ser yariyên Olympîkê hene. Bi taybet jî piştî girtina 10 kesên ser bi rêxistina DAIŞê ku hatine tohmetbarkirin, plan hebûne ku êrişî Olympîkê bikin.

 

Bo parastina aliyê asayişa Olympîkê Hikûmeta Brazîlê 85 hezar polîs û hêzên artêşê xistiye xizmetê.

 

Di Olympîka îsal de tişta ku herî zêde balkêş bû û bûye rojeva yariyan, dosyaya bikarbirina madeyên enerjîbexş ji aliyê werzişkarên Rûsya ve bû. Ew yek bû sedem ku hejmareke zêde ya werzişakarên rûsî ji yariyên Olympîkê werin bêparkirin. 

 





4699 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad