Hewlêr (ZNA) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dozên li hemberî rayedar û endamên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) vekirine, paş ve venakişîne.
Piştî civîna roja 29 Tîrmehê, Erdogan ragihand ku, hemû dozên li dijî ew kesên ku bi tuhmetên sivikî yan bêrêziyê vekirine, vedikişîne. Parêzgerê Erdogan Huseyin Aydin ragihand ku, di yekem pêngav de dozên li hember Serokê CHPê Kemal Kilîçdaroglu û Serokê MHPê Devlet Bahçelî vekişandine.
Huseyin Aydin ji rojnameya Hurriyetê re ragihand Erdogan zêdetirî 3 hezaran doz vekirine û dê hemûyan paşve vekişîne, lê tenê dozên li dijî rayedarê û endamên HDPê betal nake.
3229 car hatiye dîtin |