Hewlêr (ZNA) - Parlementarê Lîsteya Dewleta Yasa û Kesayetiya nêzîkî Nûrî Malikî, Mihemed Sehyûd êrîşên tund birin ser Herêma Kurdistanê û bitaybet ser Serokê Herêmê Mesûd Barzanî.
Sehyûd got: “Barzanî hewil dide ku agir bi pêwendiyên navbera Bexda û partiyên Kurdî bixe, pêwîste li Kurdistan buharek kurdî destpêbike jibo Barzanî ji posta wî dûrbixin.”
Ew kesê nêzîkî Malikî got jî: “Bûna Barzanî di posta Serokatiya Herêma Kurdistanê de pirsgirêkan kûrtir dike bi taybet pirsgirêkên Iraqê.”
Di dema dawî de Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Gorran (Gorran) li Silêmaniyê bi germî pêşwazî li Malikî kirin û ligel wî behsa pêwendiyên Bexd û Herêma Kurdistanê, herwiha mijarên wek serxwebûn û referandomê ligel wî gotûbêj kirin.
Ev yek di demekê de tê ku YNKê û Gorran bi eşkere behsa mana ligel Iraqê dikin û hewldnên dijayetiya serxwebûna Kurdistanê dikin, lewma pêwendiyên xwe ligel Bexda bihêztir dikin jibo bidestxistina piştevaniya partiyên Şîe û Hikûmeta Bexda.
3169 car hatiye dîtin |