Hewlêr (ZNA) - Îro danê sibê li bajarê Bexdayê 2 teqîn pêk hatin û di encamê de 6 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku çavkaniyên ewlekariyê dane Rûdawê, li navçeya Şuile ya bakurê Bexdayê xwekujekî xwe teqandiye û di encamê de yek jê polîs 4 kesan jiyana xwe jidest daye.
Hate zanîn ku teqîna duwem jî li taxa Yusifiye ya başûrê Bexdayê bi rêya bombeyek vedayî bûye.
Li gor daxuyaniya çavkaniyên Wezareta Navxwe, di vê teqînê de jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne.
Ev demeke li paytexta Iraqê Bexdayê êrîşên xwekujî û teqandina bombeyan zêde bûne.
3382 car hatiye dîtin |