Hewler (ZNA) - Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir biryar da, ku milîsên Seraya Selam ên girêdayî vê tevgerê xwe ji şerê Mûsilê re amade bikin.
Muqteda Sedir di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên Seraya Selam dê beşdarî di şerê kontrolkirina bajarê Mûsilê de bikin.
Sedir da xuyakirin, bo wê armancê ew dê hêzeke Seraya Selam bişînin navçeya Şergat, da ku di şerê li dijî DAIŞê de alîkariyê bidin leşkerên Iraqê.
Seraya Selam ku Muqteda Sedir serpireştiya wê dike, xwediyê hezaran çekdarên amade ye û ew hêz ji 3 koman pêk tê.
Her yek ji wan koman jî ji 4 lîwayan pêk tê, her lîwayek ji 4 fewcan û her fewcek jî ji komek seraye pêk tên.
Herwiha her serayeyek ji 60 heta 120 leşkeran pêk tê.
3400 car hatiye dîtin |