English | عربی | کوردی  
 
 
2016-07-20 [11:25 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îsîtfaya 6 wezîrên kabîneya xwe pesend kir.

 

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxuyaniyek belab kir û tê de ragihand, Ebadî dest ji kar berdana 6 wezîrên hikûmetê pejirand.

 

Li gorî daxuyaniyê, îstîfaya Wezîrê Petrolê, Wezîrê Veguhastinê, Wezîrê Avedankirin û Akincîkirinê, Wezîrê Çavkaniyên Avî, Wezîrê Pîşesazî û Wezîrê Navxwe ji aliyê Serokwezîr Ebadî ve hat qebûlkirine.

 

Wezîrên ku dest ji kar berdane ser bi wan aliyên siyasî ne:

 

Wezîrê Petrolê Adil Ebdulmehdî ser bi Encumena Bilind a Îslamî ya bi serokatiya Emar Hekîm.

 

Wezîrê Veguhastinê Baqir Cebr Zubeydî ser bi Encumena Bilind a Îslamî ya bi serokatiya Emar Hekîm.

 

Wezîrê Navxwe Mihemed Salim Xeban ser bi Rêxistina Bedir bi serokatiya Hadî Amirî.

 

Wezîrê Avedankirinê û Akincîkirinê Tariq Xeykanî ser bi Tevgera Sedir û bi serokatiya Muqteda Sedir.


Wezîrê Çavkaniyên Avî Muhsin Şemerî ser bi Tevgera Sedir bi serokatiya Muqteda Sedir.

 

Wezîrê Pîşesaziyê Mihemed Deracî ser bi Tevgera Sedir bi serokatiya Muqteda Sedir.





3352 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad