English | عربی | کوردی  
 
 
2016-07-19 [09:37 AM]

Hewlêr (ZNA) 


Hêzên ewlekariya Iraqê bajarokê Dolab a rojavayê parêzgeha Enbarê kontrol kir.

 

Serokê Komîsyona Ewlekarî ya Civata Parêzgeha Enbarê Racî Berekat Îsawî ragihand ku hêzên ewlekariyê bi operasyonekê tevahiya bajarokê Dolab a rojavayê Enbarê kontrol kirin.

 

Îsawî diyar kir ku niha li tevahiya avahiyên bilind ên vê bajarokê ala Iraqê li ba dibe.

 

Serokê Komîsyona Ewlekariyê ragihand, ku piştî rizgarkirina bajarokê niha hêzên ewlekariyê mijûlê paqijkirina bombe û mayinên nav tax û kolanan in.

 

Racî Berekat Îsawî da zanîn ku piştî Dolab dê li bajarokên Rawe û Anne jî operasyon destpêbike û got:

 

“Heta her buhostek axa parêzgeha Enbarê were rizgarkirin, dê operasyona hêzên ewlekariyê berdewam bikin.”





3370 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad