Hewlêr (ZNA) - Biryare Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malkî ku Serokê Partiya Dawa ya Şîe ye serdana bajarê Silêmaniyê bike û ligel hejmarek ji serkirdeyên YNKê, Gorran û PKKê bicive.
Çavkaniyekê ji Tevgera Gorran (Gorran) ji malpera BasNews re ragehaniye ku, tê pêşbînî kirin di du rojên bê de, Nûrî Malikî serdana bajarê silêmaniyê bike û çend dîdaran encam bide.
Li gorî heman çavkaniyê biryare Malikî ligel hejmarek serkirdeyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û serkirdeyên Gorran bicive û derbarê reşa Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêjan ligel wan bike.
Li gorî wan zanyariyan “biryare Malikî ligel serkirdeyên Partiya Karkirên Kurdistanê jî bicive, jibo behskirina redkirina referandomê, şerê rizgar kirina Mûsilê û rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê bikin.”
3334 car hatiye dîtin |