English | عربی | کوردی  
 
 
2016-07-13 [10:26 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Bo beşdarbûn di operasyona rizgarkirina Mûsilê û alîkariya hêzên Iraqê 2 hezar komandoyên Amerîka li firokexaneya Geyare li başûrê Mûsilê hatin bicihkirin.

 

Endamê Parlemena Iraqê û Nûnerê Kurdên Şebek li Parlemen Salim Şebek, amaje bi wê yekê kirk u, jibo azad kirina bajarê Mûsilê hejmarek mezin ji Marênzên Amerîkî jibo firokxaneya Geyara hatine şandin.

 

Salim Şebek ragihand: “Wezîrê Berevaniya Amerîka Ashton Carter ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî rêkeftibû ku 560 Marênzên Amerîkî li firokxaneya Amerîkî bicî bike, lêbelê niha biryar hate dan ku hejmara Marênzên Amerîkî bibe 2 hezar.”

 

Şebek herwiha got: “Azadkirina Mûsilê dê bi alîkariya Artêşa Iraq û Pêşmergeyên Kurdistanê bibe.”





3349 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad