English | عربی | کوردی  
 
 
2016-07-11 [09:18 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 

Wezareta navxwe ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama teqîna bombeyeke çandî de li herêma Seyidiye li başûrê bajarê Bexdayê 1 kes hat kuştin û 6 kes birîndar bûn.

 

Herwiha teqîneke din li devera Sebh Bor li bakurê Bexdayê çê bû û di encama vê teqînê de jî 3 kes hatin kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn.

 

Herwiha li bajarokê Letîfiye li başûrê Bexadyê jî bombek bi konvoyeke Artêşa Iraqê ve teqiya.

 

Li gorî zanyariyan, di encama vê teqînê de serbazekî iraqî hat kuştin û 4 serbazên din birîndar bûn û zirarek mezin jî gihîşt otomobîlên leşkerî yên Artêşa Iraqê.

 

Roja şemiyê jî zincîreyek teqîn paytexta Iraqê bajarê Bexdayê hejandibûn û di encamê de zêdetirî 20 kesan bibûne qurbanî.

 

Zêdebûna hejmara teqînan li Bexdayê di demekê de ye, ku hejmara qurbaniyên teqîna roja 3ê Tîrmehê li Taxa Kerade ya Bexdayê zêdetir dibe û xelkê Iraqê hêj ji ber wê teqînê de di şokê de ne.

 

Hejmara kuştiyên teqîna li Kerade nêzîkî 300 kesî bûye û herwiha zêdetirî 200 kesan jî di encama wê teqînê de birîndar bûne.





3358 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad