English | عربی | کوردی  
 
 
2016-07-11 [08:15 AM]

Hewlêr (ZNA) -


di yariya fînalê ya Euro 2016an de her du tîmên futbolê yên Fransa û Portugalê hatin pêşberî hev û tîma Portugalê bi gola xûleka 109 a yarîzan Eder bi ser tîma Fransa de serkevt û bû şampiyonê Ewropayê.

 

Yarîya fînalê ya Kûpaya Netewên Ewropayê, Euro 2016an îşev saet 22:00 di navbera tîma Fransa û tîma Portugalê dest pê kir.

 

Yarî di stadyoma Stade de France a Parîsê birêve çû.

 

Strêkê navdarê tîma Portugalê Ronaldo di xûleka 8 a yariyê de bi destwerdana yarîzanê Fransî Payet birîndar bû û bo dema 7 xûlekan ji yariyê derket, lê belê ji aliyê 3 pizîşkên Porugalî hat dermankirin û cardin vegeriya nav yariyê.

 

Piştî çend xûlekan û di 25mîn xûleka yariyê de ji ber zêdebûna êşa lingê xwe, Ronaldo nekarî li ser lîstikê berdewam be û bi rondikan çîmenê lîstikê terikand.

 

Yariya navbera her du tîman di 90 xûlekên asayî de wekhev bê gul bi dawî bû. Herwiha 3 xûlek dema zêde ji lîstikê re hat dayîn û di wan xûlekan de jî ti tîmekê gol tomar nekir.

 

Yariya navbera her du tîman derbasî du nîveyên 15 xûlekî bû. Di nîveya yekem de dema zêde û xûleka 109 de yarîzan Eder gol avêt derwazeya Fransa û gola yekem û ya serkevtina tîma xwe tomar kir.

 

Rûdaw





4543 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad