English | عربی | کوردی  
 
 
2016-07-10 [10:37 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li paytexta Iraqê Bexdayê, li nêzîkê Herêma Kesk li dijî hikûmetê xwepêşandanek hate kirin û xwepêşanderan Ala Iraqê şewitandin.

 

Doh şev li taxa Kesk a Bexdayê li dijî hikûmetê xwepêşandanek hate kirin. Bi sedan kesên ku hatine gelhev daxwaza reformên bingehîn û jinavbirina gendeliyê kirin.

 

Di dîmenên xwepêşandanê de jî tê dîtin ku xwepêşander bi hers û acizî deriyê Herêma Kesk dişkînin û behsa gendeliyên hikûmetê û partiyên siyasî dikin.

 

Di dema xwepêşandanê de girseya bi hers, bi tevê destwerdana hêzên ewlekariyê jî Ala Iraqê dişewitînin.

 

Di meha Nîsana îsal de xwepêşandanên li dijî hikûmet û rêveberiya Bexdayê zêdebibûn. Di dawiya meha Nîsanê de jî xwepêşanderan Parlamentoya Iraqê dagir kiribûn.

 

Serokê Tevgera Sadir, Muqteda el-Sadir daxwaz ji xwepêşanderan kiribû ku tundiyê bikarneynin.

 





3601 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad