English | عربی | کوردی  
 
 
2016-07-09 [04:10 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Hikûmeta Iraqê bi fermî rizgarkirina binkeyê  esmanî yê Geyare li Mûsilê ragehand.
 

Îro 9 Temûzê, Heyder Ebadî rizgarkirina binkeyê ezmanî ê Geyare ragehand û got: “Ev binke yek ji binkeyên girînge jibo rizgar kirina Mûsilê.”

 

Ebadî herwiha got: “Rizgar kirna Fellûca hemû wizeya DAIŞê têkşikand, dewrana mezin jî di demek nêzîk de dê li sere DAIŞê bigere û alaya Iraqê dê li Mûsil û tevahî parêzgeha Nînewa were bilind kirin.”

 

Herwiah telez jî kir ku, Iraq ne tenê li ser axa xwe dê biser DAIŞê keve, lêbelê serkeftina Iraqê di şerê li dijî DAIŞê dê li ser asta cîhanê be.

 

Di heman demê de Fermandeyê Operasyonên Nînewa Lîwa Necim Cibûrî ji BasNews re ragehand: “Hêzên Iraqî ku ji hêzên dije teror, firqeya 15 û lîwa 75 pêkhatibûn, karîbûn binkeya Geyre bi temamî rizgar bikin, piştî ku çekdarên DAIŞê ber bi nahiyeya Gera eve reviyan û hemû çek û teqmenaiy xwe li pey xwe hiştin.”

 





3271 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad