Hewlêr (ZNA) - Wezareta Tendirustiya Iraqê ragihand, ku hejmara kuştiyên teqîna Taxa Kerade ya Bexdatê gihîşt 292 kesan.
Roja 3ê Tîrmehê li taxa Kerade ya bajarê Bexda yê paytexta Iraqê teqînek bihêz çê bibû. Ew teqîn bi xwînbartirîn teqîna terorîstî piştî rûxana rejîma Sedam Hisên tê danîn.
DAIŞê berpirsatiya wê teqînê girte ser xwe. Ji ber wê teqînê herwiha Wezîrê Navxwe yê Iraqê dest ji kar berda.
Wezareta Tendirustiya Iraqê jî ragihand, ku hejmara kuştiuên teqînê zêdetir bûye û niha gihîştiyen 292 kesan. Di encama teqînê de herwiha bi sedan kes jî birîndar bûne.
3337 car hatiye dîtin |