English | عربی | کوردی  
 
 
2016-07-08 [07:13 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Şeva borî di çarçoveya yariyên nîv-fînal a Euro 2016an de, tîma futbolê ya Fransa bi 2-0 ji tîma Almanya bir û bû fînalîst.

 

Şeva pênşemiyê di berdewamiya yariyên Euro 2016an de, saet 22:00 her du tîmên futbolê yên Fransa û Almanya hatin pêşberî hev.

 

Tîma Fransa ku mêvandariya lîstikên Euro 2016an dike, gola Yekem bi penaltiyê û gola duyem jî bi rêya yarîzanê xwe yê genc Antoine Greizmann tomar kir.

 

Lîstik bi encama 2-0 bi qazanca Fransa bi dawî hat û bi vî awayî Fransa bo cara sêyem karî derbasî fînala Kûpaya Netewên Ewropayê bibe.

 

Şeva pêştir jî tîma Portugalê bi 2-0 ji tîma Wêlzê bir û derbasî fînalê bibû.

 

Roja yekşemiyê 10ê Tîrmehê her du tîmên Fransa û Portugal di yariya fînalê ya Euro 2015an de tên hemberî hev.





4537 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad