English | عربی | کوردی  
 
 
2016-07-05 [09:05 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Herêma Kurdistanî Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de ji bo Serikwezîr û gelê Îraqê, hevsozî û hevxemiya tevî kes û karên qurbaniyên teqîna terorîstiya Bexdayê xuya dike.

 

Naveroka Peyama Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo Ebadî:

 

Ji bo Birêz Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqê

 

Teqîna terorîstiya DAIŞê li Roja Yekşem 03.07.2016 li devera Kerada ya Bexdayê, karesateka gelek mezin bû, ku 213 welatiyên sivîl şehîd bûn û gelek jî bi dijwarî birîndar bûne. Bi vê sedema xembar, sersaxiyê ji xwe û we û hemû gelê Îraqê dikim û hevxemî û hevsoziya xwe digel kes û karên qurbaniyan xuya dikim. Bi rastî ev kiryara terorîstî karesateka mezin e û ji Xudayê mezin daxwazkarim seburiyê bide hemû aliyekê û birîndar jî bi zûyî baş bibin.

 

Teror û terorîst ji bilî hovatî û reşekuşî û binpêkirina mafên mirovan, çi baweriyeka din nîne, lewma welatiyên sivîl  di meha Remezanê û di dema karkirin ji bo dabînkirina bijîva jiyanê de welatiyan dikene armanc. Bexda careka din piştî çend paytextên din bûye armanca mezin ya terorîstan. Li demekê ku hemû mirovahî di metirsiya mezin û bê sinûra terorê de ye, hêzên Îraqî û Pêşmerge di hêla pêşng ya têkşikandin û nehêlan metirsîdartirîn rêkxistina terorîstiya cihanî ne, ku rêkxistina DAIŞê ye.

 

Jinavbirina vê metirsiya mezin û parastina canê welatiyan, pêwîstî bi hemahengiya teva û berfireh heye, ji ber ku hêşta metirsî gelek mezin e û operasiyona mezintir li pêşberî hêzên Îraqî û Pêşmerge maye ji bo ji nav birina DAIŞê li Kurdistanê û hemû Îraqê. Divê êrişên terorîstî ku mirovên sivîl dikin armanc û karesatên mezin jê dibin, bibe sedema bihêztir bûna yekêtiya me li hember terorîstan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

04.07.2016 





3220 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad