Hewlêr (ZNA) - Komîteya dîtine heyvê li Herêma Kurdistanê yekemîn roja cejna Remezanê diyar kir.
Komîteya dîtine heyvê li Herêma Kurdistanê êvariya duşemî ragihand, roja sêşemî 5ê Hezîranê dawî roja meha Remezanê ye û nabe cejn.
Li gorî daxuyaniya vê komîteyê meha Remezan a îsal her 30 rojên xwe timam dike.
Li gorî daxuyaniyê vê komîteyê, roja çarşemî 6ê Tîrmehê yekemîn roja Cejna Remezanê ye.
Herwiha li piraniya welatên îslamî yên weke Erebistana Siûdî, Qeter, Îran,Iraq, Urdin, Îmarat,Misir û çend welatên din ên deverê roja çarşemî wek yekemîn roja Cejna Remezanê hatiye îlankirin.
3517 car hatiye dîtin |