English | عربی | کوردی  
 
 
2016-07-05 [07:55 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Şîrketa Statîsta ya lêkolîn û amaran ragihand ku ji sala 2003’ê hata 2016’ê, li Iraqê zêdetirî 180 hezar kesan hatine kuştin.

 

Şîrketa Statîsta ku di seranserê cîhanê de lêkolînan dike û amaran kom dike, di rapora xwe ya dawî de hejmara qurbaniyên terorê yên Iraqê eşkere kir.

 

Li gor raporê, ji sala 2003’ê hata 2016’ê, li Iraqê zêdetirî 180 hezar kesan bûne qurbanê êrîşên terorê.

 

Di raporê de hatiye gotin ku di sala 2014’ê de dema rêxistina DAIŞ’ê bajarê Mûsil û parêzgehên din ên Iraqê dagir kir, zêdetirî 20 hezar kes kuştin.

 

Li gor rapora Statîsta tenê li sala 2015ê, di encama kiryarên tundiyê de 17 hezar kes hatine kuştin. Bi giştî di 13 salan de hejmara kuştiyan ji 180 hezar kesan derbas dike.

 

Êrîşa dawî ya bixwîn a li Iraqê li paytext Bedayê duh pêk hat. Di encama teqînan de zêdetirî 160 kesan hatin kuştin.

 





3202 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad