Hewlêr (ZNA) - Li bajarê Bexda yê paytexta Iraqê duh yekşemî 2 teqînên bihêz çêbûn û di encamê de zêdetirî 176 kes hatin kuştin û 180 kes jî birîndar bûn.
Teqîna yekem bi otombîleke mînkirî li nêzîkî Huseyniya Ebd-Elresûl li Kerade çê bû û piştî teqîna yekem, bombeyek li bazara Şelal a gelerî li bakurê Bexdayê teqiya.
Serokê Komîteya Ewlehiya Bexdayê Muhemed Rubeyî ragihand, di encama teqînan de 176 kes hatin kuştin û 180 kes jî birîndar bûne.
Hat zanîn ku her du teqîn şevê û dema ku xelk piştî fitarê derdiketin bazaran çê bûn û ji ber ku qerebalxî gellek bû, hejmara qurbaniyan jî mezin bû.
3364 car hatiye dîtin |