Hewlêr (ZNA) - Di yek çarema fînala Kûpaya Euro 2016an de tîma Fransa bi encama 5-2 tîma Îslandayê şikest da û jê bir.
Yariya navbera her du tîman şîev saet 22:00an dest pê kir. Her di nîveya yekem a lîstikê de tîma Fransa 4 gol avêtin derwazeya tîma Îslandayê.
Di xûleka 13an de yarîzan Giroud gola yekem, di xûleka 20an de Pogba, xûleka 43an Payet û di xûleka 45an a lsîtikê de Grizmann golên duyem, sêyem û çarem ên tîma Fransa tomar kirin.
Nîveya yekem a yariyê bi encama 4-0 bi qazanca tîma Fransa dawî pê hat.
Di nîveya duyem a lîstikê de jî tîma Îslanda bi êrişan dest pê kir û di xûleka 56an de karî gola xwe ya yekem bi lêdna yarîzan Sigthorsson tomar kir.
Piştî tomarkirina gola yekem a Îslandayê, kêfxweşiya wê tîmê zêde berdewam nebû û tenê 5 xûlek piştî hingê Fransa gola 5 avêt derwazeya wî tîmî.
Maçın 84’üncü dakikasında İzlanda’nın ikinci golünü Bjarnason kaydetti.
Di berdewamiya lîstikê de tîma Îslanda karî di xûleka 84an de gola xwe ya duyem jî tomar bike û encamê bo 5-2 biguherîne.
Yariya navbera her du tîman di dawiya 90 xûlekan de bi heman encama 5-2 bi qazanca Fransa bi dawî hat.
Fransa û Almanya dê bo derbasbûna bo fînala Euro 2016ê di yariya bê de bi hev re bilîzin.
Rûdaw
4615 car hatiye dîtin |