English | عربی | کوردی  
 
 
2016-07-03 [11:19 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Hêzên ewlekariya Iraqê li rojhilatê bajarê Ramadî navenda îdarî-siyasî ya parêzgeha Enbarê, dest bi Operasyona Cezîreya Xalidiyê kirine.

 

Serokê Komîsyona Ewlekarî ya Civata Parêzgeha Enbarê Racî Îsawîragihand, ku Artêşa Iraqê piştî kontrolkirina gundên Helebse, Ebûelwan û Ebûîfan, îro bi piştgiriya çejdarên hozan û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî, dest bi operasyona rizgarkirina navçeya Cezîreya Xalidiye kirine.

 

Îsawî ragihand ku ev navçe dikeve rojhilatê bajarê Ramadî û tê çaverêkirin ku di demek kêm de bê kontrolkirin.

 

Îsawî di berdewama axaftina xwe de got:

 

“Çekdarên DAIŞ’ê bi tundî bereveniya navçeyê dikin lê hêzên ewlekariyê li gor plan û nexşeya leşkerî ya hatiye driştin tevdigerin û ji bo gehiştina armanca xwe bi berdewamî pêş ve diçin.

 

Di nîvê sala 2014’ê de çakdarên DAIŞ’ê navçeya Xalidiye dagir kiribûn. Ev navçe li Ramadî weke giringtirîn navenda DAIŞ’ê tê hejmartin.

 





3190 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad