English | عربی | کوردی  
 
 
2016-07-02 [08:08 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Fermandeyê Operasyonên Neynewa general Necim Cibûrî ragihand,DAIŞ ratsî şikestinê hatiye.

 

General Necim Cibûrî îro di konfranseke rojnamevanî de li navçeya Mexmûrê got: Me bi Hêzên Pêşmerge re hevrêziyek baş bo rûbirûbûna terorê û şerîê li dijî DAIŞê heye.

 

Necim Cibûrî da xuyakirin, Artêşa Iraqê li ser encamdana operasyonên leşkerî yên dijî çekdarên DAIŞê berdewam e û kariye pêşketinên baş bi dest bixe.

 

Cibûrî amaje bi operasyona hêzên iraqî li gundê Hacî Elî kir û da zanîn: “Me kariye pêşketinek berçav bi dest bixin û heta niha %75ê gund ji aliyê hêzên me hatiye kontolkirin.”

 

Fermandeyê Operasyonên Neynewa destnîşan kir, gundê hacî Elî cihekî gelek stratejîk e. Sînorê wî gundî bi dirêjî 7 km û paniya sînorî wê jî 3 km dibe, herwiha zêdetirî 25 hezar kes tê de dijîn.

 

General Necim Cibûrî ragihand, operasyonên hêzên Iraqê li dijî çekdarên DAIŞê berdewam in û ew hêvî dikin ku heta cejnê xelkê wî gundî ji detsê DAIŞê werin rizgarkirin.

 

Cibûrî tekez kir, DAIŞ li Iraqê rastî şikestinek mezin hatiye û rûxiyaye û şiyana şerkirinê ji dest daye, ji ber wê jî ew dê bi hemû şiyanên xwe rûbirûyê wan şer bikin.





3235 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad