English | عربی | کوردی  
 
 
2016-07-01 [07:45 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berdevkê fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê dengoyên li hinek dezgehên medyayî ku goya Fereydûn Ebdulqadir serkirdeyê pêştir ê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê bûye şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, daxuyaniyek belav kir.

 

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha dibêje:

 

Di derbarê wan axaftinên li ser birêz Ferîdûn Abdulqadir li çend rojên derbasbûyî li komek medya û saziyên ragihandinê ve hatine belav kirin ku qaşo bûye Şêwirmendê Bazirganiyê Serok Barzanî, li vir da bi hemû aliyek radigihînîn ku birêz Ferîdûn Abdulqadir zilamekî xebatkar û niştîmanperwere û berê jî serkirdeyekî Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê bûye. Her wiha wekî dostekî nêzîk gelek car serdana Serok Barzanî kiriye û rêzekî wî yê taybetî heye.

Birêz Ferîdûn Abdulqadir bi xwe biryarê daye ji berpirsiyariyê dûr bikevê nexwe ew herdem dikarê rola xwe bibîne. Ew axaftinên ku behsa ewe dikin ku bûye Şêwirmendê Serok Barzanî yê Karubarê Bazirganiyê dûre ji rastî û hîç bingehekî xwe nîne û postekî bi vî awayî jî li Serokayetiya Herêma Kurdistanê de hebûna xwe nîne.
 





3556 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad