Hewlêr (ZNA) - Amerîka ragihand, di encama êrişeke mezin a esmanî de bo ser çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞê li derdora navçeya Felûceyê, zêdetirî 250 terorîstên ser bi wê rêxistinê hatine kuştin.
Berpirsekî Amerîkayê ji ajansa Reutersê re ragihandiye, firokeyên şer ên wî welatî li derdora Felûceyê êrişî terorîstên DAIŞê kirin û zêdetirî 250 terorîst di encama wê êrişê de hatin kuştin.
Wî berpirsê amerîkî herwiha da xuyakirin, ku zêdebarî kuştina 250 terorîstan, 40 otomobîlên leşkerî yên DAIŞê jî hatin têkbirin.
Li gorî Reutersê ew êrişa wê carê yek ji mezintirîn êrişên ser rêxistina terorîstî ya DAIŞê ye.
3370 car hatiye dîtin |