English | عربی | کوردی  
 
 
2016-06-28 [09:51 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Di bedewamiya Kûpaya Euro 2016 de îşev tîma Îslandayê bi encama 2-1 serkevtin bi dest xist û encamek balkêş di yariyên Euro 2016 de tomar kir.

 

Îşev saet 22:00an di çarçoveya Kûpaya Netewên Ewropayê, Euro 2016 de, her du tîmên Înglistan û Îslanda hatin bermaberî hev.

 

Di nîveya yekem de tîma Înglistanê bi gola xûleka 4 a yarîzan Rooney pêş ket.

 

Lê belê keyfxweşiya tîma Înglistanê zêde berdewam nebû û 2 xûlek paştir tîma Îslandayê gola xwe ya yekem tomar kir.

 

Di xûleka 6an de yarîzan Sigurdsson karî golê ji tîma Îslandayê re tomar bike û encam bû 1-1.

 

Piştre her di nîveya yekê a lîstikê de tîma Îslandayê golek din jî tomar kir. Yarîzan Sigurdsson gola duyem a xwe di vê yariyê de û herwiha gola duyem a tîma xwe li hember Înglistanê di xûleka 19an de tomar kir.

 

Nîveya yekem  a lîstikê bi encama 2-1 bi dawî hat.

 

Nîveya duyem a lîstikê jî bi hewldanên her du tîman germûgurtir bû. Tîma Înglistanê hewl da, bi kêmanî encama lîstikê yeksan bike û li bember wê jî Îslandayê bo lêdana gola duyem hewlê xwe zêde kirin.

 

Zêdebarî hewldanên her du tîman, lê belê lîstik di dawiya 90 xûlekan de bi encama 2-1 bi qazanca tîma Îslandayê bi dawî bû.

 





4480 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad