Hewlêr (ZNA) - Yek ji dûkevtiyên rewta Sedr, derbarê gohertinên Ebadî de dû pirsa ji rêveberê Sedr dike û pirs li derbarê gohertina hejmarek rayedarên paydar de ye. Di bersivê de Muqteda Sedr radigehîne ew pêngava serokwezîr rê xweşkere bo gendelî kirine û gendel jî nikare lêpirsînê li gendeleke din bike (armanc Ebadî ye.)
Kesekî bi navê Esîr Ebdulezîz bi nameyekê pirs ji Muqteda Sedr dike û dibeje: ‘’Berî çend rojan Ebadî hejmarek rêveber ji erkê wan dûrxist, gelo ev tişta di çarçoveya desthilatiya wî de ye?’’
Di pirsa dûyem da jî di pirse: ‘’Gelo dûrxistina wan berpirsên mezin bê lêpirsîn û naçar kirin ku biçin pêş dadgehê, rê vekirin nîne ji bo ewên din gendeliyê bikin?’’
Di bersiva xwe de ku wêneyekî wê nameyê û bersiva wî ketiye dest BasNewsê, Mûqteda Sedr radigehîne: ‘’Ya yekê, tişta Ebadî dike rê xweşkirine bo gendelî kirinê, ya dûyem jî gendel nikare lêpirsînê li gendeleke din bike.’’
3292 car hatiye dîtin |