English | عربی | کوردی  
 
 
2016-06-23 [04:30 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Cîgirê serokê Amerîkayê Barack Obama ragehand, dikare bo derbasbûna li pirsgirêk û krîza Iraqê, ew welate wek dabeşî sê herêmên konfederal bê kirin û hemahengiya Barzanî ya li gel Iraqê jî giring nirxand.

 

Joe Biden behsa şerê dijî rêxistina tund a DAIŞê kir û ragehand, hemahengiya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li gel hikûmeta Iraqê pir giringe.

 

Di hevpeyvîneke li gel kanala Charlie Rose ya Amerîkayî de, cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden piştgirî li nêrîna damezrandina sê herêmên konfederal ên li Iraqê kir, ku berî naha ji aliyê şêwirmendê encûmena asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hatibû pêşneyar kirin.

Li gor Joe Biden dikare sê aliyên; kurd, sunne û şîe li Iraqê herêmên konfederal ên xwe hebin û her yek ji wan jî herêm û navçeyên xwe birêve bibin.

 

Biden yekem care wek berpirseke payedar ê Amerîkayê pêşneyara dabeşkirina Iraqê ya sê herêman di sala 2006ê de kir. Di hevpeyvîna li gel kanalê Amerîkayî de balkêşa ser pêşneyara xwe û got sîstema herî baş a çareserkirina pirsgirêkên Iraqê konfederalîzme.

 

Cîgirê Obama nimûneya herêmên Kalîforniyayê anî, ku hikûmraniya xwe dike, bi taybet polîsê neftê heye û desthilata hatî diyar kirin heye.

 

Joe Biden piştrast kir ku, kurd bi tu awayekî rê naden ku hêzên şîe bên û xaka Kurdistanê dagir bikin, herwaha sunne û şîe jî bi heman awayî. Lê di heman demê de dikare ew welate xwedî artêşeke niştimanî be û herêman de jî polîsên xwe hebe.

 

Cîgirê serokê Amerîkayê behsa operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê jî kir û got: ‘’Hemahengî û alîkariya herêma Kurdistanê li gel Bexdayê ji bo serxistina operasyonê pir pêwîste. Amerîka jî, jib o hêzên Pêşmerge beşdarî operasyonê bibe kar dike.





3265 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad