English | عربی | کوردی  
 
 
2016-06-23 [07:45 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Di çarçoveya Euro 2016ê de îro her du tîmên futbolên yên Îtalya û Komara Îrlandayê hatin pêşberî hev.

 

Saet 22:00 a şeva 22ê Hezîran a 2016ê lîstika navbera her du tîmên Îtalya û Komara Îrlandayê dest pê kir. Ew lîstik ji bo tîma Tirkiyê jî giring bû û çarenivîsa Tirkiyê bo derbasbûn an jî derbasnebûn bo qonaxa din a Euro 2016ê girêdayî vê lîstikê bû.

 

Di vê lîstikê de, tîma Komara Îrlandayê karî bi encama 1-0 ji tîma Îtalya bibe û 3 puwanên giring û herwiha serketinek mezin bi dest bixe.

 

Gola tîma Îrlandayê di xûleka 85an de û ji aliyê yarîzan Robbie Brady ve hat lêdan.

 

Herwiha îşev her du tîmên Swêd û Belcika jî bi hev re lîstin.

 

Lîstika navbera her du tîman jî bi encama 1-0 bi qazanca Belcîkayê bi dawî hat.

 





8326 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad