English | عربی | کوردی  
 
 
2016-06-21 [08:21 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Tîma futbolê ya Wêlz di Kûpaya Euro 2016 de bi encama 3-0 ji tîma Rûsya bir.

 

Di çarçoveya Kûpaya Netewên Ewropayê, Euro 2016 de ku îsal li Fransa birêve diçe, îşev ji saet 22:00an ve her du tîmên futbolê yên Wêlz û Rûsya hatine pêşberî hev.

 

Nîveya yekem a lîstikê bi serdestiya tîma Wêlzê dest pê kir û wê tîma di vê nîveyê de 2 gol tomar kir.

 

Yarîzan Aaron Ramsey di xûleka 11an a lîstikê de gola yekem û yarîzan Neil Taylor di xûleka 20an de gola duyem a Wêlzê tomar kirin.

Nîveya yekem bi encama 2-0 bi qazanca Wêlzê bi dawî hat.

 

Herwiha di nîveya duyem a lîstikê de jî tîma Wêlzê karî baştir bilîze û sûdê ji derfetên xwe yên golê bibîne.

 

Di xûleka 67 a lîstikê de yarîzan Gareth Bale gola sêyem a lîstikê û tîma xwe tomar kir û lîstik bi encama 3-0 bi dawî hat.





8191 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad