English | عربی | کوردی  
 
 
2016-06-19 [11:47 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Hozên Erebên parêzgeha Nînewa piştevaniya peyama Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dikin û daxwaza dabeşkirina Iraqê dikin.

Berdevkê bi nave Hozên Erebên Nînewa Muzahim Elhiweyit duh 18ê Hezîranê ji SomeriyeNews ragehand ku, tiştê ku Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşniyar kiriye “Baştirîn çareserî ye jibo hemû pirsgirêkên Iraqê.”

 

Li gorî navborî, niha Iraqê bi piraktîkî dabeş bûye û ragehand: “Rewşa niha ya Iraqê encama siyaseta taifî û mezhebî ya ne durust e.”

Navborî haerwiha got: “Dabeşbûna Iraqê bo 3 dewletan Kurdî, Sunne û Şîe pirsgirêkên Iraqê çareser dike û aramiyê li Iraqê bicih dike û rewşa welat jî geş dike.”

Roja 16 Hizêranê Mesrûr Barzanî di hevdîtinekê de bi ajansa Reuters re ragehand ku, sîstema fedralî li Iraqê ti encam nedan û pêwîste piştî şerê lidijî çekdarên DAIŞê, Iraq di navbera Sunne, Kurd û Şîe de were dabeş kirin.





4186 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad