English | عربی | کوردی  
 
 
2016-06-19 [09:24 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Hizba Dawa ku Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malikî serokatiya wê dike ragehand ku dabeşkirina Iraqê bo ser sê dewletên serbixwe, Şîe, Sunne û Kurd baştirîn çareserî ye jibo aramiyê û derçûn ji rewşa aloz ku niha Iraqê têdeye.

 

Parlementara Iraqî ser bi Hevpeymaniya Malikî ve di daxuyaniyek rojnamevanî de ragehand ku, hevpeymaniya wan piştevaniya dabeşbûna Iraqê û Serxwebûna Kurdistanê dike, lêbelê piştî ku Iraqê bi temamî ji DAIŞê were rizgar kirin.

 

Navboriyê got: “Bexda dûrî êrîşên DAIŞê û gefên wê ye û kar dike jibo çakirina pêwendiyên xwe yên navdewletî.”

 

Herwiha got: “DAIŞê dê bişkê, pêwîste Iraq jî jibo 3 dirawseyên cuda Şîe, Sunne û Kurd were dabeş kirin, jibo xwînek ji wilo bêhtir neyê rijandin û hemû pirsgirêk jî werin çareser kirin.”

 

Navboriyê eşkere jî kir ku, pêkhateyên Iraqê nema baweriya wan bi pêkvejiyanê tê û nema krin di bin yek sîstemî de ligel hev bijîn û got: “Em piştevaniya pirojeya serxwebûna Kurdistanê dikin.”    





3469 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad