Hewlêr (ZNA) - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, hêzên Iraqê navenda bajarê Felûceyê kontrol kirin.
Serokwezîrê Iraqê ku di heman demê de Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê ye, di gotarekê de ragihand, leşker û hêzên ewlehiyê yên Iraqê sozên xwe anî cih û û me bajarê Felûceyê rizgar kir.
Heyder Ebadî got: “Hêzên ewlehiyê navenda bajarê Felûceyê kontrol kirine, tenê çend cih mane û dê di çend saetên bê de ew jî werin kontrolkirin.”
Ebadî herwiha da xuyakirin, ku hêzên iraqî niha mijûlî paqijkirina navenda bajarê Felûceyê ji çekdarên DAIŞê ne, da ku di demek nêzîk de aware û koçber bikarin vegerin ser malên xwe. Ebadî herwiha got, ku armanca wan a pêşerojê girtina bajarê Mûsilê ye.
3196 car hatiye dîtin |