English | عربی | کوردی  
 
 
2016-06-18 [05:20 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Di berdewamiya Kûpaya Netewên Ewropayê de, tîmên futbolê yên Îtaliya û Swêdê roja înê hatin hemberî hev û Îtlaiya bi  gola xûleka 88an karî ji Swêdê bibe.

 

Roja înê 17ê Hezîranê di çarçoveya Euro 2016 de, her du tîmên Îtaliya û Swêdê yên Koma E hatin pêşberî hev. Lîstika navbera her du tîman saet 16:00an dest pê kir û nîveya yekem a lîstikê bê gol 0-0 bi dawî hat.

 

Di xûlekên dawî yên nîveya duyem de û tam di xûleka 88an de yarîzanê Îtaliya Eder gol avêt derwazeya Swêdê û bi vê yekê Îtaliya bi 1-0 pêş Swêdê ket.

 

Lîstik bi vê encamê bi dawî hat û Îtaliya bi vê serkevtinê hejmara puwanên xwe bo 6 puwanan zêde kir. Swêdê jî di wê komê de tenê 1 puwan heye.





8335 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad