English | عربی | کوردی  
 
 
2016-06-15 [08:24 AM]

Hewlêr(ZNA) - Gundekî navçeya Mexmûrê, ji aliyê hêzên iraqî ve ji destê DAIŞê hat derxistin. 


Deseya Ragihandina Şer a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên iraqî roja sêşemiyê derbasî nav gundê Nesir ê Mexmûrê bûn û ew der ji DAIŞê standin.

Gundê Nesir çend caran di navbera hêzên Iraqê û çekdarên DAIŞê de dest bi dest bûye.

Roja 12ê Hezîranê jî Fermandeyiya Operasyonên Neynewa ragihand, ku hêzên iraqî gundê Xerayib Cubeyr ji destê DAIŞê rizgar kirin û ber bi gundê Hac Elî yê girêdayî bajarokê Geyare pêş ve diçin.
 
 





3346 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad