English | عربی | کوردی  
 
 
2016-06-13 [01:20 AM]

Hewlêr (ZNA) - Peşmergeyekî Rojavayê Kurdistanê li Eniya Xazir a Mûsilê şehîd bû.


Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Xazirê Dilowan Robarî ragihand, pêşmergeyê Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Qehreman Îzedin li gundê Zara Xatunê di encama teqîna TNTê ya DAIŞê de jiyana xwe ji dest da.
 
Birayê Qehraman Îzedin jî da zanîn ku ew dê cenazeyê şehîdî li gundê xwe yê li bajarê Amûdê veşerin.
 
Herwiha birayê şehîdî anî ziman, ew dixwaze li Amûdê tevlî merasîmê bibe, lê dibe ku li wê derê astengan bidin peş wî.
 
Qehraman Îzedîn sala 1996an jidayîk bûye.
 
Cenazeyê wî dê li deriyê sînorî yê Pêşxabûr-Sêmalka yê navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bê veguhestin.





4579 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad