English | عربی | کوردی  
 
 
2016-06-11 [09:43 AM]

Hewlêr (ZNA) - Di yekem pêşbirka Kûpaya Futbolê ya Ewropayê (Euro 2016) tîmên futbolê yên Fransa û Romanya hatin hemberî hev û Fransayê bi 2-1 ji Romanya bir.


Kûpaya Euro 2016 a Ewropayê duh saet 22.00ê li Fransa bi lîstika Fransa û Romanyayê bi fermî dest pê kir.

Nîveya yekem a pêşbirkê bêgol qediya û ti tîman nekarî derwazeyên hev vekin.

Lîstikvanê Fransayê Giroud di xuleka 58emîn de bi serê xwe gola yekem avêt Romanya, lê lîstikvanê Romanyayê Stancu jî xuleka 65emîn bi penaltiyê bersiva gola Fransayê da.

Xulekek mayî Payet goleke din jî li ser navê Fransayê tomar kir.

Pêşbirka Fransa û Romanyayê bi serkeftina Fransayê 2-1 qediya bi vî awayî di lîstika yekem a Euro 2016an de tîma Fransayê 3 puan bidest xist.
 





6148 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad