English | عربی | کوردی  
 
 
2016-06-09 [01:17 PM]

Hewlêr (ZNA) - Li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê bombeyeke bihêz teqiya û di encamê de 23 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn.


Li gorî medyayên Iraqê, di encama teqîna bombeyeke bihêz li navçeya Bexdaya nû, ku dikeve rojhilatê paytext Bexdayê 23 kesan jiyana xwe ji dest da û 40 kes jî birîndar bûn. Çavkaniyên ewlehiya Iraqê ragehandin, îro serê sibê teqînek bihêz li rojhilatê Bexdaya paytexta Iraqê pêkhat û li gel xwe di encamê de bû sedemê 23 kuştî û 40 birîndaran.
 
Herwaha heman çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin: ‘’Ew teqîna bihêz li rojhilatê Bexdayê û nêzîk sînemaya Beyza ya navçeya Bexdaya nû pêkhatiye.’’ Çavkaniyên din ên Iraqê jî dibêjin hejmara kuştî û birîndaran dibe ku zêdetir be.
 
Ji aliyekê din ve teqîneke din a terorîstî nêzîk binkeyê leşkerî yê Tac ku dikeve bakûrê Bexdayê pêkhat. Lê heta naha derbarê wê teqînê û hejmara kuştî û birîndaran de tu daxuyaniyek nehatiye dayîn.
 
 
 





3277 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad