Hewlêr (ZNA) - Şandeke pilebilind a PDKê serdana Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kir û di civînekê de her du aliyan tekezî li ser parastina yekîtî û yekrêziya gelê Kurdistanê di vê qonaxa hesas de dikin.
Roja duşemî 6ê Hezîran a 2016an şandeke pilebilind a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Sekreterê Polîtboruya PDKê Fazil Mîranê serdana Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê (Yekgirtû), Selahedîn Behadîn kir.
Medyaya fermî ya Yekgirtûyê derbarê vê serdanê û hevîdtina navbera şanda PDKê û Yekgirtûyê de belav kir, ku şanda PDKê pîrozbayî li Selahedîn Behadîn kir ku di kongreya heftem a Yekgirtûyê de wek Sekreterê partiyê hat hilbijartina.
Herwiha şanda PDKê şêwaza lidarketina kongreya heftem a Yekgirtû û guhertina desthilatê di nav wê partiyê de wek mînakek cuwan û serkevtî ya qada siyaseta li Kurdistanê bi nav kir.
Di vê hevdîtinê de, şanda PDKê rola Yekgirtû û Sekreterê Yekgirtû di yekxistin û parastina yekrêziya navbera gelê Kurdistanê bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve jî Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behadîn tekezî li ser giringiya parastina yekrêziya nav mala Kurd û geşedan bi destkevtan û yekxistina nêrîna aliyên siyasî bo rûbirûbûna kirîzan li Başûrê Kurdistanê kir.
Di beşeke din a vê civînê de, Sekreterê Yegirtû Selahedîn Behadîn daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir, ku bi jîrane (aqilane) serederiyê ligel bûyeran bikin û qonaxa niha jî bi qonaxeke hesas bi nav kir.
Selahedîn behadîn herwiha got: “Pêwîst e em hemû wê ezmûna Herêma Kurdistanê û saziyên rewa yên wê biparêzin û xurt bikin. Îro gelê me li berdem derfeteke mezin a dîrokî de ye. Bi yekrêziya navbera aliyên siyasî em dikarin bigihîjin mafên xwe yên dîrokî.”
3352 car hatiye dîtin |
|