English | عربی | کوردی  
 
 
2016-06-07 [07:30 AM]

Hewlêr (ZNA) - Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêm Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li serokwezîrê berê yê Fransa, Fransîs Fîlon û konsulê Fransa yê Hewlêrê Alen Gopêrtî kir. 


Mesrûr Barzanî, li bajarê Hewlêrê pêşwazî li serokwezîrê berê yê Fransa, Fransîs Fîlon û şanda pê re kir. Di nav şanda Fransî de, konsulê Fransa yê Hewlêrê Alen Gopêrtî, komek parlamenter, senator û rojnamevan hebûn.
 
Di hevdîtinê de, Fransîs Fîlon behsa wê yekê kir ku çûne eniyên şer û serdana hêzên Pêşmerge kirine û got, Fransa dê li ser alîkarîkirina Herêma Kurdistanê û Pêşmerge berdewam be.
 
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê jî ji şanda mêvan re behsa rewşa şerê DAIŞê û serkeftinên Pêşmerge kir.
 
Mesrûr Barzanî her wiha behsa referandom û serxwebûna Kurdistanê jî kir û got, dema li welatekî mirov ji ber nav û nasnameya xwe bên kuştin wê çaxê ti wateya wê nîne ku ew welat bi yekgirtî bimîne.
 
Şanda Fransa di dawiyê de spasiya Herêma Kurdistanê kir ku hejmarek mezin ji koçber û penaberên iraqî hewandiye û ragihand ku ew wek Ewropî, li hember kurd û Kurdistanê xwe sûcdar dibînin lê hêvîdar in bikarin di demek nêzîk de xeletiyên xwe li hember kurdan qerebû bikin.





3274 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad