English | عربی | کوردی  
 
 
2016-06-07 [07:10 AM]

Hewlêr (ZNA) - Komek din ji pêşmergeyên jin ên Hêza Roj, ku pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ne, perwerdeya leşkerî bi dawî kirin û bi fermî tevlî refên Pêşmergeyên Rojava bûn.


Li Fêrgeha Pilingên Zêrevaniyê li bajarê Hewlêrê, merasîma bidawîkirina xûla duyem a rahênan û perwerdeya leşkerî ya beşek ji pêşmergeyên jin ên Rojavayê Kudistanê û koek ji efserên Başûrê Kurdistanê birêve çû.
 
Fermandeyê Hêza Zêrevanî, General Ezîz Weysî di merasîmê de amade bû û di axavtinekê de spasiya KDCC kir, ku rolek mezin di pêşvebirin û rahênana pêşmergeyên zêrevanî de hebûye.
 
General Ezîz Weysî ragihand: “Eger kesek dixwaze nihêniya serkevtinên operasyonên Hêzên Pêşmerge bizane, ez ji wan re dibêjim, nihênî ev e ku rahênan û perwerdehiyeke baş a leşkerî dibînin.”
 
Ezîz Weysî amaje bi serkevtinên vê dawiyê yên Hêzên Pêşmerge li Eniya Xazir kir û got: “Roja 29ê vê mehê, me yek ji operasyonên herî bi bandor li hemû Iraqê li dijî DAIŞê pêk anî. Li gorî ew plana ku serok danîbû, me ew plan li ser erdê her wek xwe cîbicî kir. Ez di vê baweriyê de me, eger ew rahênan û perwerdehiyên leşkerî nebana, eger alîkariya hêzên hevpeymanan neba, me nedikarî wê serkevtinê bi dest bînin.”
 
General Weysî amaje bi rola pêşmergeyên jin ên di Hêza Roj, Pêşmergeyên Rojavayê de kir û da xuyakirin: “Mafekî xwezayî ye ku gelê Kurd û xelkê Kurdistanê bi giştî û xelkê Rojava bi taybet şanazî bi jinên Hêza Roj û bi xwe bikin, ku wediyê we ne. We îsbat kir, ku eger derfet hebe li pêşiya jinan. ew ji zilaman ne kêmtir in û dikarin di çeperên herî pêş ên şer de rolek mezin bibînin.

 

 





3403 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad