English | عربی | کوردی  
 
 
2016-06-07 [06:56 AM]

Hewlêr (ZNA) - Encumena Parêzgeha Mûsilê (Neynewa) fermana derxistina hêzên PKKê ji devera Şingalê ya Herêma Kurdistanê da.


Endamên Encumena Parêzgeha Mûsilê, di civîna duh a encumenê de biryar dan ku yên li Şingal û cihên din ên herêma Neynewayê bicîh bûne, bên derxistin.
 
Derheqê wê fermana Encumena Parêzgeha Mûsilê de, berdevkê serokê encumenê Ebdulkerîm Keylanî ragihand, li gorî encumenê hebûna hêzên PKKê li herêma Neynewa bi taybet li Şingalê, tê wateya destêwerdana di nav karên dewleta Iraqê de.
 
Ebdulkerîm Keylanî gunehê vê yekê jî avêt stûyê hikûmeta navendî ya Iraqê û got, hebûna hêzên PKKê li herêma Neynewa dibe sebeba aloziyê.
 
Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl jî li ser hebûna hêzên PKKê li Şingalê got, PKKê 5 gundên Şingalê girtiye û naxwaze jê derkeve. Me heta niha çend caran daxwaz ji wan kiriye wan deveran vala bikin lê guh nedane me.
 
Devera Şingalê, heta niha jî bi fermî girêdayî parêzgeha Mûsilê ye.





3421 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad