English | عربی | کوردی  
 
 
2016-05-26 [01:16 AM]

Hewlêr (ZNA) - Oldarê mezin ê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî di peyamekê de daxwaz ji Heşdî Şeibî kir, yasayên şer li ber çav bigrin û li gel xelkê bajarê Fellûceyê baş tevbigerin û xelkê asayî ne kujin. 


Nûnerê Elî Sîstanî Şêx Ebdulmehdî Kerbelayî ji Sumeriye Newsê re bi navê Elî Sîstanî got; Elî Sîstanî daxwaz ji Heşdî Şeibî kiriye, di şer ê Fellûcê de jin, pîr û zarokan nekujin û xelkê asayî û bê guneh biparêzin.
 
Nûnerê Sîstanî daxwaz kir, Heşdî Şeibî li gel mêrkuj û qatilan jî li gor perspektîfên Elî yê kurê Ebutalib (Hz Elî) divê tevbigerê û di heman demê de destdirêjî û tiştên qirêj li ser jin, zarok û xelkê asayî nekin.
 
Ew agahdariyên oldarê mezin ê Şîeyên Iraqê di demekê de ye, ku Sunneyê wê herêmê dijî beşdarbûna Heşdî Şeibî bûn di operasyona Fellûceyê de û li gor wan tola çekdarên DAIŞê wê ji xelkê asayî û bê gûneh bê girtin. Di heman demê de Netewên Yekbûyî jî nîgeraniya xwe ji bo Sunneyên Fellûceyê û derdora vê aşkera kir.
 
Berî naha Dewleta Iraqê daxwaz ji xelkê asayî kiribû, ku bajarê Fellûceyê berbidin. Li gel vê jî eşîrên Sunne dibêjin Heşdî Şeibî rê li xelkê ku dixwastin ji Fellûceyê derbikevin girtiye û xelkê ku derketine paşde vegerandine.
 





3505 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad